Li Bexdaya paytexta Iraqê li bazargehekê vekirî teqînek çêbû di encamê de li gorî tesbîtên berahî 30 kes mirin û 60 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên tendirustiyê yên girêdayî hikûmetê hat sitendin, li herêma Sedr ku dikeve rojhilatê Bexdayê li bazargeha vekirî ya Wahîlatê teqînek çêbû.
Di teqîna ku di nava qerebalixê de çêbû de li gorî tesbîtên berahî 30 kes mirin û 60 kes birîndar bûn.
Piştî teqînê Wezareta Tendirustiyê hemî personelên nexweşxaneyan destbikar kirin.
Heta nuha kesî teqîn negiritye sitûyê xwe.AA