Teqîna li Îdlibê

 Li Cîsir eş Şuxûra navçeya Îdliba bajarê Sûriyeyê, teqîn çêbû û di teqînê da 15 sivîl hatin kuştin û 30 sivîl jî birîndar bûn.

Teqîna li Îdlibê

 Li Cîsir eş Şuxûra navçeya Îdliba bajarê Sûriyeyê, teqîn çêbû û di teqînê da 15 sivîl hatin kuştin û 30 sivîl jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, li navenda Cîsir eş Şuxûrê teqîneke ku sedema wê nehatiye kifşkirin çêbû.

Mistefa Hec Yusifê Midûrê Parastina Sivîlan a Îdlibê (Komsipî) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di teqînê da 15 sivîl hatin kuştin û 30 sivîl jî birîndar bûn.

Yusif destnîşan kir ku di nav birîndarên rakirin nexweşxaneyê da yên rewşa wan giran hene, ditirsin ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Ji ber teqînê di avahiyên li der û dorê û wesayîtan da zirar çêbû.

Dîroka nûkirinê: 24 Nîsan 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE