Teqîna li Kazimiya Bexdayê

Hat ragihandin ku di teqîna li Kazimiyê ya Bexdayê mirî hene

Teqîna li Kazimiya Bexdayê

 Hat ragihandin ku li Kazimiyê ya Bexdayê ku yek ji qerebalixtirîn semta wê ye, teqînek çêbûye û mirî hene.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Tora Medyaya Ewlekariyê ya girêdayî hikûmeta Bexdayê, li semta Kazimiyê di nava qerebalixekê de, teqînek çêbûye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku teqîna navborî de mirî hene lê derbarê hejmara wan de agahî nehat dayîn.

Li semta Kazimiyê ya Bexdayê gora Îmamê 7emîn ê Şîiyan Mûsa el-Kazim û Îmamê 9emîn Muhemmed el-Cewad heye. Teqîna navborî di deriyekî ku diçe ber bi wan goran de çêbû.

sedema teqinê

Hat ragihandin li Kazimiyeya ser Bexdaya paytextê Iraqê "tupa xazê" bûye sedema teqînê.

Tora Medya Ewlehiyê ya girêdayî hikumeta Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand û teqîna li devereke qelebalix a Kazimiyeyê qewimî bi bîr xist. Di daxuyaniyê da hat gotin ku tupeke xazê ya kargeheke li wê derê bû sedema teqînê.

Der barê mirî û birîndaran da tu agahî nehat dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE