Teqîna li Parîsê:4 mirî

"Di teqînê da jê du xebatkarên agirkujiyê 4 kes mirin û 47 kes jî birîndar bûn"

Teqîna li Parîsê:4 mirî

Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Christophe Castaner ji bo teqîna ku li Parîsê di firneyekê da qewimî got ku 4 kes mirin û 47 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxweyî Castaner di daxuyaniya xwe ya ji bo teqînê da got: "Di teqînê da jê du xebatkarên agirkujiyê 4 kes mirin û 47 kes jî birîndar bûn" 

Di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî teqînê da Castaner gotibû ku "bîlanço giran xuya dike" û destnîşan kir ku rewşa 10 birîndaran pir xedar e.

Serê sibehê li herêma 9emîn a Parîsê agir bi firneyekê ketibû û paşê jî ji ber xaza qaçax teqîn çêbûbû. Ji ber teqînê firne û avahiyên derdora wê zirareke mezin dîtibûn. Nêzî 200 agirkuj û 100 polês sewqî cihê bûyerê hatibûn kirin û hin birîndar bi helîkopterê va rakiribûn nexweşxaneyan. Ji ber îhtimala ku wê şewat belav bibe û xesar mezin bibe avahî û otêlên derûdora cihê bûyerê jî hatibûn valakirin.

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE