Brenton Harrîson Tarrantê terorîstê li Chrîstchurcha bajarê Zelandaya Nû êrîşa terorê bir ser du mizgeftan li mehkemeyê ji ber kuştinê hat derdestkirin.
Gorî nûçeya Radyoya Zelandaya Nû Tarrantê ji Awistralyayê yê li bajarê Chrîstchurchê wextê nimêja înê êrîşî mizgeftên Al Noor û Linwoodê kir û 49 kes kuştin û 40 kes jî birîndar kir derket mehkemeyê.
Terorîstê di nav tevdîrên ewlehiyê da derxistin mehkemeyê daxwaza kefaletê kir.
Mehkemeyê biryar da ku Tarrantê terorîst heta 5ê Nîsanê derdestkirî bimîne.AA