Terorîstê welatiyê Fransayê yê bi bultena sor lê digeriyan li Hatayê hat girtin

Terorîstê welatiyê Fransayê yê bi bultena sor lê digeriyan li Hatayê hat girtin

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand terorîstê welatiyê Fransayê yê bi bultena sor lê digeriyan û hewl dida bi dereqanûnî bikeve welêt li Hatayê ji hêla hêzên sînor va hat girtin.

Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Li Reyhanliya navçeya Hatayê li qada Qereqola Hidûdê ya Çawîşê Şehîd Murat Ozeker şexsekî bi navê C.G. yê welatiyê Fransayê ye û bi bultena sor lê digerin hewl dida bi dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî Türkiyeyê bibe ku ew hat girtin. Di lêkolînê da hat tespîtkirin ew di nav koma 'Fiqetul Gurba' ya ku welatiyên Fransayê di xwe da dihewîne da cih digire. Ev şexsê ku xwe bi navekî din dide nasîn teslîmî Midûriya Ewlehiya Bajêr a Reyhanliyê hat kirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE