Terorîstan zexta aboriyê jî li ser gelê Til Ebyadê kirine

Li Til Ebyada bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorîstan hat paqijkirin jiyan vegeriya halê xwe yê berê, gel hewl dide zilma rêxistina terorê û zexta aboriyê ji bîr bike.

Terorîstan zexta aboriyê jî li ser gelê Til Ebyadê kirine

Li Til Ebyada bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorîstan hat paqijkirin û jiyan vegeriya halê xwe yê berê gel behsa zilma YPG/PKKya rêxistina terorê û zexta aboriyê kir.

Bi Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) va li hemberî rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê hatibû destpêkirin û hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) jî piştgirî dida Til Ebyad demek berê ji terorê hat paqijkirin.

Li Til Ebyadê jiyan vegeriya halê xwe yê berê, gel hewl dide zilma rêxistina terorê û zexta aboriyê ji bîr bike.

- "Tu eziyetek nema ku terorîstan me dane kişandin"

Cotkar Ebdulkerîm El Musa ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber ku ew ji dagirkeriya rêxistina terorê xilas bûne ew pir kêfxweş in.

El Musa got YPG/PKKya rêxistina terorê di navbera mirovan da cudakarî dikir, zor û zexta aboriyê li ser gel dikir.

El Musa anî ziman rêxistinê zexteke mezin kiriye û wiha axivî: "Mazot ya wan bû, benzîn ya wan bû, alîkariyên dihatin ya wan bû, kesên dixebitîn kesên wan bû. Ji bo ku em nan bikirin divê karta me ya zer hebûya. Xwedê bela xwe bide wî, heke karta zer a ku li ser Ocalan tunebûya nan nedidan. Termînal, qerajên wesayîtan hemû yên wan bû. Wesayît hilnedidan hundir ku ew pereyan qezenc nekin. Bihayê ceh û genimê me ya ku me li zeviyên xwe direşand ji hêla wan va dihat diyarkirin. Destûr nedidan em bifroşin cihekî din, çiqasî bixwestana bi wî bihayî dikirîn. Tu eziyetek nema ku terorîstan me dane kişandin. Xwedê belaya xwe bide wan, dojeh bi me dane jiyandin."

Ebdulkerîm El Musa anî ziman rêxistinê bi darê zorê çek dida destê zarokên malbatên Ereb ku ew şer bikin.

Ebdulkerîm El Musa got ku alikariyên ku ji bo gel dihatin Til Ebyadê rêxistina terorê dest diavêtine ser û dema ku ji navçeyê derketin jî xaniyên xelkê şewitandin.

- "Rizqê zarokên me dixwarin"

Mihemed El Hacaliyê esnaf jî got ku ew gelekî şikurdar in ku ji YPG/PKKya rêxistina terorê hatine xilaskirin û wiha axivî:

"Endamên rêxistina terorê ji esnafan xerac werdigirt. Eger kesek bixwaze dikaneke nû veke divê pere bidine wan. Zarokên me bi zorê ligel xwe dibirin û çek didan wan. Bajar vala bibû. Li bajêr hatin û çûna bi motosîkletan qedexe kiribûn. Hemû sotemenî di dest wan da bû. Kesên ligel wan ji wan îstifade dikir. Dest didan ser erzaq û xurekê ji dervayî welat dihat û bi tenê didan alîgirên xwe."

- "Kesên pere nedidan nikaribûn dikana xwe vekin"

Îsa Mihemedê xwediyê lokanteyê got ku bi rêxistinê terorê ji wî pere hildaye û wiha axivî: "Kesên pere nedidan nikaribûn dikana xwe vekin. Pereyê wan dixwest me ancax di salekê qezenc dikir. Niha şikur herêm ji YPG/PKKê hat paqijkirin, em niha rehet in."

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE