Teşkîlata Dewletên Tirkan ragihand ku ji bona piştevaniya Qazaxistanê amade ne

Teşkîlata Dewletên Tirkan ragihand ku ji bona piştevaniya Qazaxistanê amade ne

Teşkîlata Dewletên Tirkan ji bona geşedanên li Qazaxistanê diqewimin daxuyaniya piştevaniyê da.

Di daxuyaniyê da Teşkîlata Dewletên Tirkan diyar kir girîngiyê didin îstiqrar û aştiya Qazaxistanê wiha hat gotin, "Li gorî qinaeta me ew qabiliyeta rayedarên Qazax heye ku rageşiyê bi aştiyane biqedînin."

Teşkîlata Dewletên Tirkan destnîşan kir beyan dikin ku amade ne alîkariya hewcedar bidin gel û hikûmeta Qazaxistanê.

Di daxuyaniyê da ji bona kesên di bûyeran da hatine kuştin serxweşî hat dayîn û ji bona kesên birîndar jî şîfa hat xwestin.

Qazaxistan tevî Azerbaycan, Tirkiye, Qirxizistan û Ozbekistanê di nava 5 endamên Teşkîlata Dewletên Tirkan da cî digire.

Tirkmenistan û Macaristan jî di nava endamên çavdêr yên Teşkîlata Dewletên Tirkan da ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE