Testa koronavîrusê ya Serokê Amerîkayê Trump "negatîf" derket

Hat ragihandin ku testa koronavîrusa nû (Kovîd-19) ya Serokê Amerîkayê Donald Trump negatîf derket.

Testa koronavîrusê ya Serokê Amerîkayê Trump "negatîf" derket

Serhekîmê Qesra Spî Sean P. Conley daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, ew duh bişev bi Trump ra axivî û serok biryar da ku testa koronavîrusê bide kirin.

Conley wiha got, "Min êvarê teyîd hilda ku test negatîf derketiye."

Conley daxuyand ku Trump hefteya borî piştî hevdîtina delegasyona Brezîlyayî ku testa wan a vîrusê pozîtîf derket, hê nîşaneyên vîrusa nû tê da tuneye û ew bi Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtinê ya Nexweşiyê (CDC) û Tîma Wezîfeya Têkoşîna Koronavîrusê ya Qesra Spî ra ji nêz va dixebitin.

Trump hefteya borî bi 4 rayedarên Brezîlyayî ra hevdîtin kiribû û paşê testa koronavîrusê ya her çaran pozîtîf derketibû. Dihat meraqkirin bê ka Trump wê vê testê bike an na.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE