Hat ragihandin ku testa Kovîd-19ê ya Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ku berê negatîf derketibû îro dîsa "pozîtîf" derket û dê karantînaya wî dewam bike.
Nameya ku doxtor Kevin O'Connor der barê rewşa tenduristiya Bîden da ji Karîne-Jean-Pîerreya BErdevka Qesra Spî ra şand bi raya giştî ra hat parvekirin.
O'Connor bal kişand ku qismeke biçûk a nexweşên ku ji bo dermankirina Kovîd-19ê dermana bi navê Paxlovîd dixwin testên wan dîsa dibin pozîtîf û da zanîn ku di vê çarçoveyê da gelek caran testa Bîden dikin.
O'Connor diyar kir ku testên Bîden ên rojên sêşem, çarşem, pêncşem û înê "negatîf" derketin û di testa antîjenê ya ku sibeha şemiyê hat kirin da derket holê ku Bîden dîsa bûye pozîtîf.
O'Connor ragihand ku hewceyê dermanan nake û rewşa tenduristiya Bîden baş e û dê dîs abikeve karantînayê.
Testa Kovîd-19ê ya Bîden cara ewil di 22yê tîrmehê da pozîtîf derketibû.
AA