Tetbîqata Întiqal û Amadekariyê ya NATOyê "Ramstein Dust II-2022 (RADU II-22)" dê di 20-28ê Hezîranê da li Türkiyeyê were kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî, personelê NATOyê di çarçoveya tetbîqatê da hat Türkiyeyê.
Tetbîqata RADUyê dê digel Perwerdeya Navneteweyî ya Qertelê Anadoluyê ya 2022yan were kirin ku ji hêla usûlên sepana herekata asîmanî va derfeteke bêhempa a perwerdeyê dide û li Qonyayê li Fermandariya Baregeha Sereke ya Jetan a 3yemîn tê kirin.
AA