Tevdîrên ji bo vîrûsa koronayê

Li herêmê xebatên dezenfektekirinê tên kirin û gel jî tê hişyarkirin

Tevdîrên ji bo vîrûsa koronayê

Li herêmê tevdîrên ji bo vîrûsa koronayê tên zêdekirin. Di çarçoveya tevdîran de dibistan û wesaît tên paqijkirin. Welatî jî ji ber koronavîrûsê tevdîrên xwe digirin.

Li herêmê ji ber koronavîrûsê xebatên paqijiyê tên kirin.

Ji bo vîrûs belav nebe gelek şaredarî û sazî tevdîrên xwe digirin.

Di çarçoveya tevdîran de li Bilîsê hemû otobusên navbajêr hatin dezenfektekirin.

Şaredariyê him ji ser înternetê him jî bi riya çapemeniya bajêr xelk hişyar kir.

Li Midyadê jî tevdît tên girtin. Li seranserê bajêr karê paqijiya ji bo koronavîrûsê tê kirin.

Hemû dibistan û mizgeft bi solusyonên antîseptîk tên paqijkirin.

Mamoste, xwendekar û gel jî derbarê vîrûsê de hatin hişyarkirin.

Li Qosera Mêrdînê jî gel ji ber koronavîrûsê hay ji xwe ye.

Berberên bajêr ji bo ku vîrûs belav nebe êdî pêjgîr û hewliyên yekcarî bi kar tînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE