Tevdîrên seba têkoşîna koçberiya bêdestûr encama erênî da

Hejmara koçberên bêdestûr ên ku ser behrê ra derbas bûn û gihîştin Ewropayê ji sedî 17,6 kêm bû, hejmara koçberên bêdestûr ên ku hatin dersînorkirin jî ji sedî 34 zêde bû

Tevdîrên seba têkoşîna koçberiya bêdestûr encama erênî da

Di çarçoveya têkoşînkoçberiya bêdestûr da di nav 4 mehên ewil ên salê da 79 hezar û 2 koçberên bêdestûr hatin girtin. Hejmara koçberên bêdestûr ên ku ser behrê ra derbas bûn û gihîştin Ewropayê ji sedî 17,6 kêm bû, hejmara koçberên bêdestûr ên ku hatin dersînorkirin jî ji sedî 34 zêde bû.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, tevdîrên ewlehiyê ên ku li ser behrê û bejayê ji bo têkoşîna koçberiya bêdestûr hatin hildan, encamên erênî didin.

Li gor daneyên Midûriya Giştî ya Îdareya Koçê, di navbera 1ê rêbendanê û 25ê nîsanê da 32 hezar û 942 ji Efxanistanê, 11 hezar û 691 ji Pakistanê û 6 hezar û 432 ji Sûriyeyê bi tevahî 79 hezar û 2 koçberên bêdestûr hatin girtin.

- Hejmara koçberên bêdestûr ên hatin girtin kêm bû

Hejmara koçberên bêdestûr ên hatin girtin li gor heman mehên par kêm bû. Efxanistanî ji sedî 14, Sûriyeyî ji sedî 55 kêm bûn.

Li tevahiya welêt hejmara koçberên bêdestûr ên hatin girtin jî li gor heman mehên par ji sedî 2,44 kêm bû.

Hejmara koçberên bêdestûr ên hatin dersînorkirin, li gor heman mehên par zêde bû. Efxanistanî ji sedî 70, Pakistanî ji sedî 79, di tevahiya ehlê welatan da jî ji sedî 34 zêde bû.

- Kesên ku ser behrê ra xwe digihînin Ewropayê jî kêm bûn

Bi saya tevdîrên ewlehiyê hejmara koçberên ku dixwazin ji ser Tirkiyeyê ra derbasî Ewropayê bibin kêm bû.

Par di çar mehên ewil da hejmara koçberên bêdestûr ên ku ji ser behrê ra xwe gîhandin Ewropayê 8 hezar û 332, di çar mehên 2019an da ev hejmar di 6 hezar û 864an da ma. Bi vî hawî hejmara koçberên bêdestûr ên ku ji ser behrê ra derbas bûn û gihîştin Ewropayê ji sedî 17,6 kêm bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Gulan 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE