Tevgera Cîhada Îslamî: Li Xezeyê agirbest pêk hat

Bureym got ku agirbest di çarçoveya şertên ku Cîhada Îslamî xwestin da pêk hat.

Tevgera Cîhada Îslamî: Li Xezeyê agirbest pêk hat

Tevgera Cîhada Îslamî ragihand ku bi navbeynkariya Misirê, ligel Îsraîlê agirbest pêk hat.

Berdevkê Cîhada Îslamî Mûsab el-Bureym di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku bi navbeynkariya Misrê, ligel Îsraîlê agirbest pêk hat û agirbestê bi dema herêmî di saet 05.00an da dest pê kir.

Bureym got ku agirbest di çarçoveya şertên ku Cîhada Îslamî xwestin da pêk hat.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Ziyad en-Nahhale di daxuyaniya xwe da gotibû, ji bo ku agirbest pêk were, divê sûîqest bên rawestandin, beşdarên xwepêşandanên Meşa Vegera Mezin a li ser sînorê Xezeyê nebin hedef, peymana ligel Îsraîlê ya ji bo rakirina dorpêça li ser Xezeyê ku dawiya 2018an bi navbeynkariya Misir, Qeter û Neteweyên Yekbûyî hatibû çêkirin were cîbicîkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE