"Tevgera Goranê wê namzedekî li gor siyaseta xwe hilbijêre"

Tevgera Goranê daxuyand ku ew ê di hilbijartina Serokomariyê Iraqê da piştgiriyê bidine kesekî nêzî siyaseta xwe.

"Tevgera Goranê wê namzedekî li gor siyaseta xwe hilbijêre"

Tevgera Goranê daxuyand ku ew ê di hilbijartina Serokomariyê Iraqê da piştgiriyê bidine kesekî nêzî siyaseta xwe.

Xoşyar Ebdilayê Parlamenterê Tevgera Goranê ser navê partiya xwe li Bexdayê li avahiya meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Ebdila got ku ji bo serokomariyê tenê behsa namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) tê kirin û ev rewş rexne kir û wiha axivî:

"Dixwazin Serokomarê Iraqê li gor partî û têkiliyên malbatê (Talabanî û Barzanî) bidin hilbijartin. Em van listîkan red dikin. Em di dayîna dengê xwe da azad in. Hê me teqez biryarek nedaye. Lê em ê piştgiriyê bidine kesekî nêzî siyaseta me û dîsa divê ev kes li gor menfeate neteweyî ya Iraqê hereket bike."

Li meclisa Iraqê 329 parlamenter hene. Tevgera Goranê li meclisa Iraqê bi 5 parlamenteran tê temsilkirin. 

Tevgera Nifşê Nû jî daxuyanî dabû û gotibûn ew piştgiriyê nadine namzedên PDK û YNKyê. Tevgera Nifşê Nû li meclisê bi 4 parlamenteran tê temsilkirin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE