Tevgerên siyasî yên li cihana Erebî asayîbûna Behreynê digel Îsraîlê şermezar kirin

Tevgerên siyasî yên li cihana Erebî asayîbûna Behreynê digel Îsraîlê şermezar kirin

Tevgerên siyasî yên li cihana Erebî, peymana asayîkirina peywendiyan a Behreyn û Îsraîlê şermezar kir.

Hizbullaha Libnanê, Birayên Misilman û Tevgera Emelê di daxuyaniyên nivîskî da bertek nîşanî asayîbûna Behreynê digel Îsraîlê dan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hizbullaha Libnanê da bal bo ser wê yekê hat kişandin ku ew tişta hat kirin, "derbeyeke xedar a kêrê ye ku li gelê Filistînê dan."

Berdevkê Teşkîlata Birayên Misilman a li Misrê Talat Fehmî daxuyand, "Em asayîbûna Behreynê dilgel dijminê Siyonîst û helwesta welatên ku piştgirî dan vê, şermezar dikin."

Tevgera Emele ya li Behreynê jî bangî cihana Erebî û Îslamê kir ku asayîbûna Behreynê digel Îsraîlê şermezar bikin.

Di daxuyaniyê da asayîbûna Behreynê digel Îsraîlê wekî "sûc" hat pênasekirin û wiha hat gotin, "Ji bo astengkirina vî sûcî di her rêya pêkan û rewa da divê fişar were kirin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh ragihandibû ku Behreynê jî bi Îsraîlê ra li hev kir ku peywendiyên xwe asayî bikin.

Behreyn piştî Misir, Urdin û Îmaratê bû welatê çaremîn ê Erebî ku digel Îsraîlê peywendiyên xwe asayî dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE