Texmîna ekîba tenduristiyê ya Qesra spî: ji ber covid-19ê 100 yan 200 hezar mirî

Ji ekîba tenduristiyê ya Qesra Spî texmîna li Amerîkayê dê 100 yan 200 hezar kes ji ber vîrusa koronayê bimirin

Texmîna ekîba tenduristiyê ya Qesra spî: ji ber covid-19ê 100 yan 200 hezar mirî

Doxtor Deborah Birx û Doxtor Antony Fauciyê ku di nav Hêza Peywira Têkoşîna Dijî Kovîd-19ê ya Qesra Spî da cî digirin ragihand ku li Amerîkayê heke tevdîrên dijî şewbê hatin hildan bên tetbîqkirin jî dibe ku ji ber vîrusê 100 yan 200 hezar kes bimirin.

Birx û Fauci li Qesra Spî di civîna çapemeniyê ya li Serokê Amerîkayê Donald Trump jî beşdar bû da di mijara texmînên der barê şewba li welêt da pêşkêşî kirin.

Doxtor Birxê di axaftina xwe da got ku "Heke guh bidin tevdîrên me weşand em texmîn dikin ku di navbera 100 yan 200 hezarî da mirov dê bimirin."

Birxê destnîşan kir ku divê hişkehişk riayetî hişyariyên ku hikûmeta fedaral weşandin bikin û daxuyaniya "Di destê me da çovê sêhrdar tune. Aşiyeke sêhrdar yan jî tedawî jî tune. Em tenê bi tevdîrên xwe dikarin ji vê nexweşiyê xilas bibin."

Doxtor Fauciyê ku di heman demê da Serokê Enstîtuya Nexweşiyên Şewbê û Alerjiyê ya Neteweyî ye jî got ku "Texmîna herî kêm dê 100 hezar kes bimirin herçiqas mirov reşbîn bike jî divê em ji bo vê amade bin. Helbet em hêvî dikin ku ev reqam evqas bilind nebe. Em ji bo ku vê reqamê daxin asta herî kêm çi ji destê me tê dikin. Lêbelê heke em rasteqîn bibin divê xwe ji aliyekî va ji bo vê îhtimalê amade bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE