Teyareyeke Geşta Asîmanî ya Qeterê, ekîba teknîkî ya ku ew ê li Balafirgeha Kabulê ya kete kontrola Talîbanê lêkolînê bike ku ji nû va têkeve xizmetê anî Kabulê.
Rayedarekî ji Qeterê yê nexwest navê xwe bêje daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teyareyeke Qeterê ya ekîba teknîkî ya hevdîtinan bike tê da bû gihîşte Kabulê.
Rayedarê ji Qeterê destnîşan kir ku li ser daxwaza Efxanistanê ekîba teknîkî ji bo hevdîtinan çû Kabulê, hevdîtinên ji bo xebitandin ewlehiya balafirgehê jî hê dewam dikin.
Mihemed Naîmê Berdevkê Buroya Siyasî ya li Qeterê ya Talîbanê daxuyanî da nûçgihanê AAyê û diyar kir ku heyeta teknîkî ya ji Qeterê ew ê hemû rewşa li Balafirgeha Kabulê binirxîne.
Naîm got di vê mijarê da dê hevdîtin dewam bikin, heyet dê rewşê binirxîne û hê peymanek çênekirine.
AA