Teyareya Îngiltereyê amûrên tibî ji Tirkiyeyê hilda û çû Îngiltereyê

A400Ma teyareya eskerî ya Qraliyetê di saet 03.30yî (Li gor saeta Tirkiyeyê sat 05.30) da dakete Balafirgeha Brîze Nortonê.

Teyareya Îngiltereyê amûrên tibî ji Tirkiyeyê hilda û çû Îngiltereyê

Teyareya kargoyê ya Hêzên Hewayê ya Qraliyeta Îngiltereyê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da li Tirkiyeyê amûrên tenduristiyê bar kir û çû Îngiltereyê.

A400Ma teyareya eskerî ya Qraliyetê di saet 03.30yî (Li gor saeta Tirkiyeyê sat 05.30) da dakete Balafirgeha Brîze Nortonê.

Li bendê ne ku bi tonan amûrên teyareyê bir Îngiltereyê di nav rojê da li nexweşxaneyên hewcedariya wan hene belav bikin.

Ji welatên herî zêde di tesîra vîrusê da ma yek jî Îngiltereyê ye, tê zanîn ku hetanî nika ji 100, zêdetir personelên tenduristiyê mirin.

Robert Jenrickê Wezîrê Îskanê yê Îngiltereyê duşemê daxuyanî da bû û diyar kiribû ku kêmzêde 84 ton amûrên tenduristiyê ew ê ji Tirkiyeyê were welêt.

Lêbelê sewqiyat nehatibû kirin ji ber vê jîhikûmet di tengasiyê da mabû û derketibû holê ku siparîş dereng hatiye dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE