Thomas Cokka şirketa seyahatê îflas kir

Thomas Cooka şirketa seyahatê ya ku li dinyayê di nav şirketên herî mezin de tê qebûl kirin, îflas kir

Thomas Cokka şirketa seyahatê îflas kir

Thomas Cooka şîrketa seyahatê ya ku li dinyayê di nav şîrketên herî mezin de tê qebûl kirin, îflas kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Saziyan Esmangeriyê ya Sivîl ya Îngîltereyê (CAA) hat dayîn, hevdîtinên ji bo xilaskirina şirketa Thomas Cooka tu encam nedan û şîrketê îflas kir.

Ji ber îflasa şirktê li Îngîltereyê 9 hezar û li welatên din jî bi tevahî 20 hezar kes bêkar man.

Piştî vê geşedanê şirketê gelek tûrên xwe betal kirin û bona vegera welatiyên Îngîlîz dest bi xebatê kir.

Di çarçoveya xebatê da texmînî 150 hezar welatiyên Îngîlîz dê vegerine welatê xwe.

Li ser îflasê ji rêveberên şîrketê Peter Frankhauser daxuyaniyek da û got ku ew ji ber vê geşedanê gelekî xemgînin û ji mişterî û xebatkarên xwe lêborîn xwest.

Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson daxuyand ku ew ê alîkariyê bidin welatiyên Îngîlîz yên ku ji bo vegerê amadehiyan dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE