"Ti yedekeke darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîn e"

Serokwezîrê HKIyê Barzanî: "Ti yedekeke darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîn e"

"Ti yedekeke darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîn e"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî ragihand ku ti yedekeke darayî ya Hikûmeta herêmê nîn e û ew pişta xwe bi dahatên xwe yên mehane rast dikin.

Barzanî di rûniştina taybet a li parlementoyê de derbarê qeyrana darayî, deynên hikûmetê û pirsa budceya herêmê de daxuyanî dan.

Serokwezîr Barzanî tekezî li wê yekê kir ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û daketina buhayên neftê di pêvajoyeke qeyrana aboriyê de derbas dibin û anî ziman ku vê qeyranê teveka cîhanê xistiye bin bandora xwe de û jibîlî têkoşînê ti çareya wan nîn e.

Barzanî bibîr xist ku hikûmeta bi qasî 28,4 milyar dolar deyndar e û got, "Ti yedekeke darayî ya Hikûmeta herêmê nîn e, tenê em piştê bi hikûmeta navendî dibestin û ev jî dibe sedema qeyranê."

Barzanî destnîşan kir ku piştî hikûmeta nû ya herêmê destbikar bû 12 mehaneyên fermanberan dane û sedema derengmayîna dana 2 mehaneyan jî ew e ku hikûmeta Bexdayê ji budceya herêmê dibire.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE