TİKA di Sûka dîrokî ya li Kerkûkê de bênavber dixebite

Li Kerkûkê, agir bi sûka dîrokî ya qeyseriyê ketibû. Tika’yê piştî şewatê dest bi xebatên rakirina enqazan kir.

TİKA di Sûka dîrokî ya li Kerkûkê de bênavber dixebite

Li Kerkûkê, agir bi sûka dîrokî ya qeyseriyê ketibû. Tika’yê piştî şewatê dest bi xebatên rakirina enqazan kir.

Sûka Qeyseriyê li Kerkûkê ye ji dema osmaniyan maye û nevendeke bazirganeyê ye. Di şeva 26ê Mijdarê de agir bi sûkê ketibû û hemû kargeh şewitîbûn.

Rakirina kavilan berdewam e.

Tirkiye geşedanan ji nêz ve dişopîne.

Hikûmet ji bo restorasyona navenda bazirganiyê talîmat da TİKA’yê.

Şêwirmendê Serokê TİKAyê Kamil Kolabaş: “Xwedê neyne serê tu kesî. Lewra li vir mexdûriyetek çêbûye. Wekî her deman him Serok Erdoğan him serokên me yên TÎKAyê tim talîmat didin ku li ku derê mezlûm hebin, mexdûriyetek hebe çi ji destê me bê, em bikin. Jixwe bi İraqê re têkiliyeke me ya dîrokî heye. Her wiha em di dîrokê de ji gelek aliyan ve wisa bûne yek ku êdî em qet ji hev venaqetin.”

Piştî şewata li sûka dîrokî ya 200 salî biryara xerakirinê derket. Her wiha Tirkiye jî ji bo restorasyonê ket dewrê û dest bi xebatê kir.

TÎKAyê restorasyonê girt ser xwe, niha kavilan paqij dike.

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE