Til Ebyadî kêfxweş in ku berî Eyda Qurbanê ceyran hat

Meclisa Herêma Til Ebyadê û şîrketeke taybet a ji Tirkiyeyê destên xwe dan hev û bi vê yekê va ceyran pêşkêşî gelê herêmê kirin.

Til Ebyadî kêfxweş in ku berî Eyda Qurbanê ceyran hat

Li navçeya Til Ebyadê ya Sûriyeyê ya ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hat paqijkirin, gel kêfxweş e ku berî Eyda Qurbanê bi xêra hewldanên Tirkiyeyê ceyran hat bajêr.

Rêxistina terorê YPG/PKKya ku li Sûriyeyê piraniya çavkaniyên enerjiyê di dêst da ye, ceyranê li ser bi qasî 200 hezar sivîlên li herêma Herekata Kaniya Aştiyê bernade. Lê bi xêra hewldanên Tirkiyeyê gelê herêmê gihîşt ceyranê.

Ji ber ku beriya Eyda Qurbanê ceyran hat berdan, gel pir kêfxweş e.

Meclisa Herêma Til Ebyadê û şîrketeke taybet a ji Tirkiyeyê destên xwe dan hev û bi vê yekê va ceyran pêşkêşî gelê herêmê kirin.

Bi saya ceyrana ku bipere dan bajarê Til Ebyadê, gel ji şantaja rêxistina terorê YPG/PKKyê ya di warê enerjiyê da jî xilas bû.

Ahmed Naharê Til Ebyadî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ekîbên Meclisa Herêma Til Ebyadê hatin û saeta ceyranê bi mala wî va kirin.

Nahar bal kişand ku ji ber tunebûna ceyranê, xwarin xirab dibin û wiha got, "Em bextewar in ku em ê êdî di odeyekê ku bi qilîmayê hênik dibe da razên."

Arif Mûsayê Til Ebyadî jî diyar kir, ji ber tunebûna ceyranê wan nikaribû şîrê zarokê wî yê nûbûyî biparasta û wiha dewam kir, "Zarok ji germê nikaribûn razên. Bi hatina ceyranê êdî her tişt dê ji bo zarokan jî xweş be. Ava cemidî dê hebe, qilîma dê hebe. Nanê ku em dipêjin em ê bikaribin di çend dananan da bixwin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE