Sûriyeyiyên ku bi salan e ji ber dagirkirina rêxistinên terorê ji axa xwe dûr dijîn, bi Herekata Kaniya Aştiyê va Til Ebyada warê wan ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin û ji ber ku wê vegerin warê xwe dilşad in.
Herekata Kaniya Aştiyê seba Sûriyeyiyên ku ji zilma YPG/PKKya rêxistina terorê revîn û hatin Tirkiyeyê jî bû hêvî da ku vegerin mala xwe.
Til Ebyad bi herekatê va ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin û roj bi roj jiyan lê normal dibe. Li navçeyê ji bo pêdiviyên gel hema bêje di her qadê da xebatên temîr û nûkirinê dewam dikin.
Sûriyeyiyên ku bi salan e ji malên xwe dûr ketine, piştî normalîzebûna Til Ebyadê cardin vedigerin ser axa bav û kalên xwe.
30 malbatî eşyayên xwe li kamyonan bar kirin û bi konvoyê vegeriyan Til Ebyadê.
Îbrahîm el Hesen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi 6 ferdên malbata xwe ra cardin vegeriya ser axa welatê xwe û kêfxweş e. Hesen wiha axivî, "5 sal e em ji welatê xwe dûr ketibûn, vêga em dîsa vegeriyan û pir kêfxweş in. Em gelek spasdarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan in. Welatê me ji YPG/PKKya rêxistina terorê paqij kir. Em niha jî vedigerin mala xwe."
Selwa el Matar jî bi 4 ferdên malbata xwe ra vegeriya mala xwe û got ku ew pir kêfxweş e.
Ji eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê Yasîr Ebûd el Huduk jî diyar kir, demeke dirêj e ku ew ji malbata xwe dûr ketibû û piştî ku Til Ebyad ji terorîstan hat paqijkirin, ew gihîşt zarok û malbata xwe.