îtirazên ji bo encamên hilbijartinê ya li Iraqê

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê: Piraniya îtirazên ji bo encamên hilbijartinê "bêdelîl" in

arşiv
îtirazên ji bo encamên hilbijartinê ya li Iraqê

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê (KBH) ragihand, piraniya îtirazên ji bo encamên hilbijartina giştî ya ku 10ê Cotmehê hat kirin, "bêdelîl" in.

Midûrê Medya û Ragihandina Girseyî ya KBHyê Hesen Selman di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa fermî ya Iraqê INAyê da diyar kir, KBHyê îtirazên ji bo encamên hilbijartinê careke din jî qebûl kirin, lêbelê ji bo radestkirina delîlên der heqê îtirazan da jî 3 roj mawe da û ev mawe jî temam bû.

Selman destnîşan kir, piraniya îtirazan "bêdelîl" in û şîrketên xwemalî, nûnerên partiyan, çavdêrên herêmî û navneteweyî bûn şahidê cudakirina dengan a bi destan a sandoqên ku îtiraz lê hatin kirin û her wiha di piraniya van sandoqan da jî encam neguherîn.

Selman bal kişand, piştî nirxandina hemû îtirazan, encamên teqez ên hilbijartinê dê bên ragihandin û ji bo vê tarîxeke diyar hê tune.

Selman her wiha got, ew pêşbînî dikin ku cudakirina dengan a bi destan a di sandoqên ku îtiraz lê hatin kirin da 27ê Cotmehê dest pê kiribûn, dê dawiya vê hefteyê kuta bibe.

KBHyê li Mûsil, Babil û Bexdayê zêdeyî 2 hezar sandoqên hilbijartinê yên îtiraz lê hatin kirin, vekiribûn û di 27ê Cotmehê da cardin dest bi cudakirina dengan a bi destan kiribû.

Welatiyên Iraqê di hilbijartina giştî ya pêşwext da di zêdeyî 57 hezar sandoqî da dengê xwe dabûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE