Tirkiyê alîkariya sîncariyan kir

TİKAyê ji kampan re alîkarî şand.

Tirkiyê alîkariya sîncariyan kir

Ji ber rêxistina terorî li Sîncarê niştecihên navçeyê naxwazin vegerin malên xwe. Tirkiye alîkarî şand ji Sîncariyan re. Ji aliyê TÎKAyê ve 900 heb koliyên xurekan hat şandin kampa mamraşanê.

Tirkiyeyê alîkarî şand ji Êzidiyên ku ji ber rêxistina terorî li kampam dimînin.

Ji aliyê Ajansa Pêşveçûn û Hevkariya Tirk yanî TÎKAyê ve 900 koliyên xurekan hat şandin.

Serkonsolê Hewlêrê yê Tirkiyê Hakan Karaçay got, ger PKK ji Sîncarê bê derxistin wê gelê Sîncarê vegerin ser malên xwe.

Karaçay got, ‘’Mirovên ji PKK reviyane û xwe spartine van kampan helbet dixwazin vegerin malên xwe. Lê belê Sîncariyên ji rêxistina terorî DEAŞê reviyan vê carê jî rastî zilma rêxisitina terorî PKKê nikarin vegerin malêên xwe. Wek ku tê zanîn rêxistina terorî PKK him zirarê dide Iraqê him dide dewleta me him jî dide herêma Kurdistanê.’’

Wezîrê Perbirsiyarê Fraksiyonan ên Herêma Kurdistanê Aydin Maruf got, divê rojekê beriya rojekê rêxistina terorî PKK ji Sîndarê bê paqijkirin.

Qeymeqamê Şêxanê Serdar Yahya jî got, her meh 20, 30 malbat ji Sîncarê dîsa vedigerin kampan.

Êzîdî jî ji alîkariya Tirkiyeyê kêfxweş in.

Alîkariyên TÎKA û Heyvasor a Tirrkiyê wê di meha remezanê de dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE