Ji ber berfê hefteyek e koçberên di wargehên li bakûrê Sûriyê de zehmetiyeke mezin dikişînin. Sazî û komeleyên Tirkiyeyê gihîştin hawara wan û alîkariyên mirovî dan hewcedaran.
Li Efrînê hefteyek e berf dibare. Koçberên di kampan de zehmetiyeke mezin dikişînin.
Sazî û komeleyên Tirkiyeyê xelkê herêmê ji bîr nekir.
Komeleyan li hewcedarên di kampê de tevî xwarina germ cil û berg jî belav kirin.
Komele kon bi kon digerin û li halê wan dipirsin. Li zarokan pêlav hatin belavkirin.
Ligel vê yekê betenî û komir jî hat belavkirin.
Rayedarê komeleyê got,‘’A niha rewşa wan gelek zehmet e. em ligel van însanan rojane xwarinê didin 5 hezar kesî. Li Efrînê nêzî 200 wargeh hene. Em alîkariyê digihînin gelek kampan. Em her roj li cem wan in’’.