''Tirkiye li PKKê dide, ne li gundan''

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de derbarê êrîşa provakatîf ya ku duh li dijî baregeha Tirkî hat li dar xistin de daxuyanî dan.

''Tirkiye li PKKê dide, ne li gundan''

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de derbarê êrîşa provakatîf ya ku duh li dijî baregeha Tirkî hat li dar xistin de daxuyanî dan.

Barzanî bal kişand ser wê yekê ku take armanca êrîşên asîmanî yên TirkiyePKKya rêxistina terorê ye û wiha got, "Gelo di êrîşa asîmanî de gund kirine armanc? Nexêr! Cihên ku PKK li wan deran e bûn armanc. Take sedema vî tiştî heye ew jî PKK bi xwe ye."

"Pêdivê gel were bi me re biaxive"

Barzanî destnîşan kir ku gelê herêmê xwedî wî mafî ye ku xwepêşandanên aşitiyane bikin lê ew destûrê nadin çalakiyên provaktîf û wiha pê de çû:

"Girtina ser baregeha Tirkî çareserî nîn e. Pêdivê gel were bi me re biaxive. Heke PKK li wêderê nebûya dê êrîşa asîmanî jî nebûya. Me pêştir hişyarî dabû gelê herêmê da ku nekevin hinek deveran, lê belê welatiyên me ev tişt îhlal kirin. Gelekî eşkere ye ku take sedema van tiştan PKK ye."

Serokwezîr Barzanî anî ziman ku ewê destûrê nedin ku ji ser axa wan ve êrîşî welatên cîran bikin û wiha got, "Siyaseta Herêma Kurdistanê di vê mijarê de safî ye; emê destûrê nedin ku ji ser axa me ve êrîşî welatên cîran bikin. Nayê qebûl kirin ku ew alî ji ser axa Herêma Kurdistanê êrîşî welatên cîran bikin."

Barzanî bal kişand ser PKKya rêxistina terorê û tekezî li wê yekê kir ku hinek alî çavpoşiyê li berjewendiyên gelê herêmê dikin.

Serokwezîrê HKIyê Barzanî wiha axivî:

"Çavpoşiyê li berjewendiyên gelê herêmê dikin û êrîşî welatên cîran dikin. Axa me bi kar dibin û li kampan pirr çek dibin û bi vî şiklî êrîşî cîranan dikin û berdêla vê jî eme didin. Pêdivê dawî li vî tişt3i bê anîn.

"Dê derbarê berpirsyarên bûyerê de pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin"

Barzanî bibîr xist ku PKKya rêxistina terorê bi biyanûya DEAŞê, li herêmê siyaseta balavbûnê dimeşîne û wiha got, "Mixabin ji 4-5 salan vir de, di pêvajoya têkoşîna dijî DEAŞê de hinek aliyan ev tişt di berjewendiya xwe de bikar anîn."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 11:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE