Tirkiye li Rojhilatê Firatê şîfayê belav dike

Li Nexweşxaneya Til Ebyadê rojê 600 kes tedawî dibin...

Tirkiye li Rojhilatê Firatê şîfayê belav dike

Rêxistina terorî YPG/PKK dema ji bajarê girê spî vekişiya agir berdabû nexweşxaneyê û zirar dabû cîhazan. Wezareta Tenduristiyê nexweşxaneya Til Ebyadê temîr û nû kir û dîsa xist xizmeta gel. Rojê 600 kes bêpere tên tedawîkirin û şîfayê dibînin.

Til Ebyad demek berê di çarçoveya Operasyona Kaniya Aştiyê de ji rêxistina terorî YPG/PKKê hatibû paqijkirin.

Lê endamên rêxistinê piraniya cihazên nexweşxaneyê bi xwe re birine, agir berdane laboratuvar, emeliyatxane, beşên cerahiyê û beşa welidandina jinan.

Ji bo nexweşxane dîsa dest bi xizmetê bike Wezareta Tenduristiyê bi temîrat û tedîlatê nexweşxane nû kir.

Li nexweşxaneyê hem bijîşkên Tirk hem jî doktorên Sûriyeyê wezîfê dikin.

Tirkiye bi hemû derfetên xwe bêpere şifayê belav dike. Heta niha 6 hezar kes hatin tedawîkirin.

“Keça min ji ber êşê digirîya, me ew anî nexweşxaneyê doktoran got di xwîna wê de idap heye. Keça min bi saya nexweşxaneyê tedawî bû. Ez ji bo van xizmetên Tirkiyê pir spas dikim.”

Nexweşên ku rewşa wan giran e û pewîst e emelîyat bin jî bi ambulansan sewkê Tirkiyeyê dibin. Heta niha 250 kes jî li nexweşxaneyên Şanliurfayê gihîştin şîfayê.

“Li Til Ebyadê nexweşxane vebû. Ez jî rihetsiz bûm û ji bo şîfayê bibînim hatim. Li vir hemû tedawî û derman belaş in.”

“Em bi saya Tirkiyeyê vegeriyan ser axa xwe. Li bajêr tenduristî pisgirêkeke gelek mezin bû. Tirkiye nexweşxane vekir û doktor şandin, em çi bikin jî nikarin deynê qenciya gelê Tirkiyeyê bidin. Em ji hemû xizmetan memnun in û spasî Tirkiyê dikin.”

Li gundan jî klinîkên seyar ê Artêşa Tirkiyeyê xizmeta tenduristiyê didin xelkê Til Ebyadê.

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE