"Tirkiye şirîkê me yê stratejîk e"

Wekîl Shanahan li Pentagonê bi Otla Xhaçkaya Wezîra Parastinê ya Albanyayê ra hat bal hev. Shanahan piştî hevdîtinê bersiv da pirsên rojnamevanan yên li ser Tirkiyeyê.

"Tirkiye şirîkê me yê stratejîk e"

Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Patrick Shanahan li ser hevdîtina Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar de wiha got: "Akar yanî ew (Tirk) şirîkên me yên stratejîk in. Car caran hin zehmetiyên ku divê em çareser bikin wê çêbibin. Em li ser wan mijaran axivîn. Ez bi hevdîtina Akar kêfxweş dibim."

Wekîl Shanahan li Pentagonê bi Otla Xhaçkaya Wezîra Parastinê ya Albanyayê ra hat bal hev. Shanahan piştî hevdîtinê bersiv da pirsên rojnamevanan yên li ser Tirkiyeyê.

Shanahan li ser pirsadi navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê da tu 'pêşveçûn' hene yan tune wiha got:

"Akar yanî ew (Tirk) şirîkên me yên stratejîk in. Car caran hin zehmetiyên ku divê em çareser bikin wê çêbibin. Em li ser wan mijaran axivîn. Ez bi hevdîtina Akar kêfxweş dibim. Ev jî ziyareteke wisa bû. Ka li ku derê pirsgirêk çi ye, em li ser wê axivîn. Em ji pozîsyonan bêtir li ser 'menfeatan' sekinîn."

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar li Pentagonê roja sêşemê bi Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Patrick Shanahan re hevdîtinek kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE