Tirkiyeyê li Paraguayê alîkariya zarokên feqîr kir

Li Paraguayê Balyozxaneya Asuncîonê cil û bergên zivistanê da 60 zarokên ku rewşa wan a aboriyê nebaş e.

Tirkiyeyê li Paraguayê alîkariya zarokên feqîr kir

Di daxuyaniya Balyozxaneyê da hat gotin bi piştgiriya Serokatiya Ajansa Kordînasyonê û Hevkariya Tirkiyeyê (TÎKA) kincên zivistanê ji bo zarokan hatin amadekirin û teslîmî 60 zarokan kir.

Balyozê Asuncîonê yê Tirkiyeyê Armagan Încî Ersoy ji nûçegîhanê AAyê ra daxuyand li Navenda Nemîtiyê ya li paytext Asuncîonê û li Navenda Punta Porayê ya li bajarê Caaguazuyê alîkariya zarokan hat kirin.

Ersoy got li Nemîtiyê di 23ê Nîsanê da jî wan ji zarokan ra alîkariya xwarinê kiriye û wiha axivî: "Dema me xwarin û xurek belav kir, ji me ra gotin hewcedariya wan bi kincên zivistanê heye. Me jî bi TÎKAyê ra ji bo 60 zarokan mont, sol, şal û tîşort amade kirin."

Ersoy anî ziman Navenda Punta Porayê ji bo zarokên qebîleya Punta Porayê hatiye amadekirin. Zarokên destdirêjî li wan hatine kirin, yên hişbir bi kar anîne li vir tên tedawîkirin.

Ersoy destnîşan kir hewcedariya zarokên li vê derê bi alîkariyê heye, dema ew dibin şahidiya kêfxweşiya zarokan ew jî kêfxweş dibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE