"Tirkiyeyê sûcdar nakim"

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got ku ji ber ku Tirkiyeyê ji Rûsyayê S-400a sîstema parastina hewayê kirî sûcdar nake.

"Tirkiyeyê sûcdar nakim"

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got ku ji ber ku Tirkiyeyê ji RûsyaS-400a sîstema parastina hewayê kirî sûcdar nake.

Trump li Qesra Sipî pirsên rojnamevanan bersivand û mijara Tirkiyeyê ya kirîna S-400ê nirxand. 

Trump bal kişand ku Tirkiyeyê 125 heb F-35a teyareya şer a bi milyaran dolarî digere siparîş kir û wiha axivî: "Rewşeke zor e. Ez Tirkiyeyê sûcdar nakim ku S-400 kirî lewra pirsgirêk di heyama di heyama Obama da derketiye û dewam dike. Bingeha felaketê ji heyama Obama dest pê kiriye. Em rewşê dinirxînin."

Wekî mayîn Trump der barê dema "Qanûna Têkoşîna bi Mueyîdeyan ya Dijî Dijminên Amerîkayê" (CAATSA) ya tê gotin ku ew ê li dijî Tirkiyeyê were pêkanîn da agahî neda.

Dîroka nûkirinê: 28 Tîrmeh 2019, 18:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE