Li gundê Celemê yê Efrînê heyama titûnan e. Titûnê Celemê pir navdar e, her sal li wî gundî 600 ton titûn tê rakirin. Cotkar niha titûnê xwe didin tavê.
Titûn berhev dikin, bi benan ve dikin, li ber tavê dihêlin ku hişk bibe…
Li gundê Celemê yê Efrînê cotkar titûnê xwe berhev dikin.
Titûnê Celemê li herêmê pir navdar e û her sal nêzî 600 ton titûn tê rakirin.
Cotkar berê titûnê xwe di firina titûn de hişk dikirin. Lê êdî firin tune, ew jî li ber tavê hişk dikin.
Cotkar berê titûnên xwe difrotin dewletê lê êdî ew derfet nemaye. Lewma hilberîna titûn jî kêm bûye