"Têkiliyên ligel Tirkiyeyê divê bên pêşxistin"

Esperê ku di çarçoveya Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê da li Brukselê ye di çalakiya ku saziya ramanê ya bi navê German Marshall Fundê li dar xist da axivî.

"Têkiliyên ligel Tirkiyeyê divê bên pêşxistin"

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper got ku "Ji bo têkiliyên bi Tirkiyeyê ra çawa dê bên pêşxistin divê him NATO him jî di çarçoveya têkiliyên dualî da hewl bê dayîn. Divê em xebatên di vê warê da bidomînin."

Esperê ku di çarçoveya Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê da li Brukselê ye di çalakiya ku saziya ramanê ya bi navê German Marshall Fundê li dar xist da axivî.

Esper parast ku Tirkiye di pêwendiya mitefîqiya NATOyê da "di rêyeke şaş da pêş dikeve" û ev xemgîniyê dide û wiha axivî: "Em hemû bi hev ra ji bo ku hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê ra xurt bikin divê bixebitin û pêk bînin ku Tirkiye wekî berê dîsa bibe mitefîqekî ewledar û hêzdar."

 "Têkilî divê bên başkirin"

Esper wiha axivî: "Ji bo têkiliyên bi Tirkiyeyê ra çawa dê bên pêşxistin divê him NATO him jî di çarçoveya têkiliyên dualî da hewl bê dayîn. Divê em xebatên di vê warê da bidomînin. Em divê li Tirkiyeyê bi mirovên rast ra bikevin têkiliyê û têkiliyan pêş bixin. Di vê çarçoveyê da têkiliyên eskerî gelekî girîng in. Em dikarin ji vir destpê bikin."

Esper destnîşan kir ku Amerîka ji bo astengkirina Herekata Kaniya Aştiyê teşebûs kirin lêbelê Tirkiye di vê mijarê da ji serî va biryardar bû û ev gotin: "Tirkiyeyê dema ku me di sala 2014an da bi HDSyê ra (YPG/PKK) hevkarî danî jî aciziya xwe anîbû ziman. Li herêmê du operasyon jî kirin. Ji ber wê biryardariya Tirkiyeyê metelhişt nîne."

Esper axaftina xwe wiha domand:

"Bi Tirkiyeya ku dema di 1952yan da bû endamê NATOyê va mitefîqekî gelekî baş e ra şerkirin tune. Lihevkirina me ya bi Kurdan (YPG/PKK) ji bo têkbirina DEAŞê bû. Me tu carî ji bo avakirina dewleteke otonom yan jî hember Tirkan parastina wan soz neda wan. Ev jî rastiyên tehl in."

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE