''Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê ra dê bidomin''

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku dê têkiliyên bi Tirkiyeyê ra bidomin

''Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê ra dê bidomin''

Erîc Pahonê Berdevkê Pentagonê yê ji Polîtîkayên Navneteweyî Berpirsyar e di daxuyaniya xwe ya lu qenala El-Hurraya ku weşana Erebî dike û navenda wê li Amerîkayê ye da der barê ji Rûsyayê kirina pergala parastina asîmanî ya S-400î ya Tirkiyeyê da axivî. Pahon parast ku Moskova ji ser cudabûna ku ji ber peymana S-400î derket îstifade dike û hewl dide ku "têkiliya xurt" a di navbera Washîngton û Amerîkayê da xira bike.

Pahon got ku "Diyariya herî mezin a ji bo Rûsyayê ew e ku di îtifaqa NATOyê da parçebûnê derxîne holê lê dê tiştekî wiha çênebe, têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê ra dê bidomin. Em bi Tirkiyeyê ra hema bêje 70 sal e mitefîq in."

Pahon got ku hevdîtinên di navbera Enqere û Washîngtonê da qut nebûn û wiha axivî: "Helbet em dixwazin ku Tirkiye peymana ku bi Rûsyayê ra kiriye betal bike û pergala patrîotan a ku li NATOyê tê bikaranîn bikire."

- Kordînasyona bi Tirkiyeyê ra bi bernameya F-35an sînordar nîne

Berdevkê Pentagonê yê ji NATO û Ewropayê berpirsyar Yarbay Mîke Andrews jî di daxuyaniya xwe ya li El-Hurrayê da got ku "Em têkiliyên xwe yên stratejîk ên bi Tirkiyeyê ra teqdîr dikin. Hevkariya me ya bi Tirkiyeyê ra li ser hedefên cuda hatiye avakirin. Wekî tetbîqatên Teyrê Anadoluyê bi hêzên Tirk ra tetbîqatên hevkar tên kirin. Kordînasyona bi Tirkiyeyê ra bi bernameya F-35an sînordar nîne."

Andrews der barê rawestandina beşdariya bernameya F-35an da axivî û wiha axivî: "Tirkiye heke di demek nêz da biryar bide ku bernameya S-400î betal bike dibe ku hemû biryarên me dane biguherîn. Dikarin paşda vegerin. Di rewşeke wiha da Washîngton dê kêfxweş bibe ku Tirkiye dîsa beşdarî bernameyê bibe."

Andrews qal kir ku di vê mijarê da bi Tirkan ra hevdîtin didomin.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE