Tîma Tirkiyeyê gihîşte Antartîkayê

Tîma Tirkiyeyê ya ku wê li Antartîkayê xebatên zanistî bike piştî rêwîtiyeke dirêj gihîşte parzemînê

Tîma Tirkiyeyê gihîşte Antartîkayê

Tîma Tirk a ku wê beşdarî 3yemîn Sefera Zanistê ya Antartîkayê ya Neteweyî bibe piştî rêwîtiyeke dirêj gihîşte Antartîkayê.

Tîma ku ji 17 kesan pêk tê û di 29ê Çileya Paşîn da ji Stenbolê rê ketibû gihîşte Sao Pauloya paytextê Brezîlyayê.

Tîm ji wir hat Santîagoya paytextê Şîliyê. Di 30yê Çileya Paşîn da jî gihîşt Punta Arenasa bajarê Şiliyê, ji wir jî hatin Puerto Williamsa bajarê eyaleta Antartîca Chilenayê ya Şîliyê. 

Rêwîtiya tîmê qasî 30 saetî dewam kir. Waliyê herêmê Juan Jose Arcos li Puerto Williamsê pêşwaziya tîmê kir.

Tîma lêkolînê li vir 2 şevan ma û paşê gihîşte Girava Kîng Georgeya Antartîkayê. Ji bo ku tu organîzmayeke zindî negihîje parzemînê dema ew ji balafirê peya bûn bi aveke dezenfektanê va lingên xwe şûştin.

Ji ber ku gelek alavên lêkolînê bi wan ra hebûn tîmê ji ber walêz û baxajan zehmetî kişand.

Baxaja wan ji 46 perçeyan pêk tê û qasî 1,5 tonî ye.

Seroka Sefera Zanistê ya Antartîkayê ya Tirkiyeyê Doç. Dr. Burcu Ozsoy der barê rêwîtiya tîmê da agahî da nûçegihana AAyê û wiha got: "Kesên cara ewil hatin Antartîkayê dema ji balafirê jêrê nihêrin pir kelecan bûn." 

Werzişvana Neteweyî Sahîka Ercumena ku di nav tîmê da ye jî kelecana xwe anî ziman û wiha got: "Li vir gelek zanyar hene û hemû jî lêkolînên cuda dikin. Ji ber ku ez jî di nav wan da me ji bo min şanaziyeke pir mezin e."

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE