Tûra pêncemîn a civînên Komîteya Destûra Sûriyeyê dest pê kir

Tûra pêncemîn a civînên Komîteya Destûra Sûriyeyê dest pê kir

Li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê tûra pêncemîn a civînên Komîteya Destûra Sûriyeyê bi civîna ewil a lijneya nivîsînê ya 45 kesî va dest pê kir.

Endamên "Koma Piçûk" a nivîsandina destûrê ku ji rejima Esed, nûnerên mixalefeta Sûriyeyê û saziyên civaka sivîl her yek jê 15 endamên wê hene, li Cenevreyê dîsa hatin cem hev.

Nûnerê NYyê yê Karûbarên Sûriyeyê Geir O. Pedersen serokatiya rûniştinên roja ewil ên komîteyê yên ku bi dema Tirkiyeyê saet 12.30î dest pê kirin, dike.

Di civînên ku ji ber Kovîd-19ê ji bo çapemeniyê girtî tên kirin da bi tenê destûr dan kameraman û fotonûçegihan ên NYyê ku dîmen û wêneyan bikişînin.

Rojeva sereke ya civînên tûra pêncemîn jî wekî "rêgezên bingehîn ên destûrê" hat kifşkirin.

Di civînê da hevserokatiya mixalifan, Serokê berê yê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger ên Sûriyeyê Hadî el Behra, hevserokatiya rejimê jî Ehmed Kuzbarî ku di komîteya ku destûra berî niha amade kiribû da cih girtibû, dikin.

Civînên Komîteya Destûra Sûriyeyê dê roja înê bi dawî bibin.

- Armanca Pedersen ew e ku qonaxa nivîsandina destûrê dest pê bike

Pedersen di civîna çapemeniyê ya roja 22yê Rêbendanê da binê wê yekê xêz kir ku hevdîtinên tûra pêncemîn zehf girîng in.

Pedersen bang li aliyan kir ku êdî ji cihekê dest bi nivîsîna destûrê bikin û her wiha bal kişand ku ji bo bidawîkirina bi awayekî mitleq a şerê navxweyî yê Sûriyeyê, hevkariya navneteweyî pêwîst e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE