TRT Kurdî bi Serokê Parlamentoya Îdlibê re axivî

Serokê Parlamentoya Îdlibê Bessam Sahyonî: “Êrîş bi saya Turkiyê sekinîn”

TRT Kurdî bi Serokê Parlamentoya Îdlibê re axivî

Turkiyê, ji bo gelê Îdlİbê hewleke mezin da û ji bo herêma bêçek bi Rûsyayê re li hev kir. Serokê Parlamentoya Îdlİbê Bessam Sahyonî bal kişand ser rola Turkiyê ya ji bo parastina sivîlên li Îdlibê.

Tirkiyê bi rêbazên dîplomatîk hewl da, rê li ber qetliameke din girt.

TRT Kurdî bi Serokê Parlamentoya Îdlibê Bessam Sahyonî re, li ser rewşa dawî ya axivî.

Sahyonî : ‘’Em ligel şer, ev 8 sal in ji bo li vir bimînin îradeyeke mezin nîşan didin. Li Îdlibê zanîngeh, nexweşxane hatin vekirin. Ligel kavil û xerabeyan dîsa jî mirov ji bo bijîn, dixebitin. Li vê derê tiştên ku hûn dibînin hemû ji bo jiyana gel e’’.

Her wiha Bessam Sahyonî bal kişand ser rola Tirkiyê ya ji bo parastina gelê Îdlibê jî.

Sahyonî got ''Turkiyê di wan hevdîtinan de helwesteke zelal nîşan da. Turkiye, li hemberî êrîşa li dijî Îdlibê sekinî û ev yek rasterast red kir. Li Îdlibê nêzî 4 û nîv milyon mirov dijîn. Ger êrîş bê kirin wê qeyraneke mirovî dest pê bike. Heke çêbe ewqas mirov tenê dikarin herin Turkiyê. Jixwe 3 milyon însan li wê derê ne. Ji bo vê yekê jî êrîşeke bi vî awayî tenê dibe sedema penaberiya mirovan. Di wê demê de herî kêm wê 6 milyon penaber li Turkiyê bin. Ev ji bo Turkiyê pir tiştekî giran e. Helwesta Turkiyê rê li ber vê girt''.

Dîroka nûkirinê: 23 îlon 2018, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE