TRT Kurdî çû nav kozikên Artêşa Azad a Sûriyeyê

Bi metroyan tunel kolane, bi vî awayî xwe ji bombeyan diparêzin

TRT Kurdî çû nav kozikên Artêşa Azad a Sûriyeyê

Nûçevanê TRT Kurdiyê çû sînorê başûr ê Idlîbê ku lê mewziyên Artêşa Azad a Sûriyê hene. Endamên ÖSO'yê 24 seetan di mewziyan de nobatê digrin, di çalan de tên û diçin, dema bombebaran jî çêbe, xwe dispêrin tunelan.

Serikên uçaksawaran... Qaltikên bombeyan... Mewziyên ji ber bomberanê hilweşiyane... Çalên ji ber bombebaranê çêbûne...

Lêre sînorê başûr ê Idlîbê ye. Endamên Artêşa Azad a Sûriyê li vê derê 24 seetan nobetê digrin, di çalan de tên û diçin.

Ev der di navbera muxalif û rejîma Esed de sînor e. Dema mirov ji mewziyan lê dinêre, aliyê din bi rehet tê dîtin.

Muxalifan li sînorê gundê El Latamînayê tunel jî kolandine. Tunel wek şikeftan in û dema bomberan çêdibe, xwe dispêrin van tunelan.

Muxalif dibêjin bi saya hewl û xîreta Tirkiyê êrişên asîmanî xilas bûn lê em mecbûr in baldar bin û 24 seetan nobetê digrin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE