Trump: "Aşiya Kovîd-19ê heta meha cotmehê ji bo belavkirinê dibe ku amade be"

Trump li Qesra Spî di civîna çapemeniyê da behsa rojevê kir û pirsên rojnamevanan bersivand.

Trump: "Aşiya Kovîd-19ê heta meha cotmehê ji bo belavkirinê dibe ku amade be"

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di meha cotmehê da ji bo belavkirina nav welêt dibe ku amade be.

Trump li Qesra Spî di civîna çapemeniyê da behsa rojevê kir û pirsên rojnamevanan bersivand.

Trump behsa belavkirina aşiya Kovîd-19ê kir û wiha dewam kir: "Di dîroka Amerîkayê da evê bibe bernameya belavkirina aşiyê ya herî bilez, herî berfireh û herî pêşvaçûyî. Em dikarin vê aşiyê di meha cotmehê da belav bikin. Dema bê îlankirin ku aşî ewle ye di nava meha cotmehê da em ê amade bin ku belav bikin. Dibe ku hinekî dereng jî bibe, lê amadehiya me temam e. Heta dawiya sala 2020an em plan dikin ku 100 milyon doz aşî bê belavkirin."

Trump der barê Namzedê Demokrat Bîden jî got ew bangî wî dike ku bila dijî aşiyê neaxive, rê li ber xebatên wan negire û jiyana mirovan nevêje talûkeyê.

Trump anî ziman ji meha tîrmehê vir va hejmara pêketiyên Kovîd-19 kêm dibe, di destpêka şewbê da dihat texmînkirin 2 milyon û 2 kes bimirin lê niha ev dora 240 hezarî da ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE