Piştî ku Îranê li balafira bêpîlot a Emerîkayê da, rageşiya li herêmê zêde bû. Serokê Emerîkayê Trump herî dawî peyamek ji Îranê re şand. Ji bo ku muzakere dîsa dest pê bikin, Trump li benda îranê ye.
Trump bi riya Ummanê ji Îranê re peyamek şand.
Got; “Em şer nexwazin, bi ya me divê em muzakere bikin.”
Ji bo ku qirara xwe bide li benda Îranê sekinî.
Piştî ku Îranê li balafira bêpîlot a Emerîkayê da, rageşiya di navbera her du aliyan de zêde bû.
RÛSYAYÊ EMERÎKA TAWANBAR KIR
Herî dawî Rûsyê jî daxuyaniyek da.
Rûsan got; di vê meseleyê de sûcdar Emerîka ye.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got; Emerîka bi zanayî rageşiyê zêde dike.
Ryabkov got; divê Emerîka encama pêvçûna îhtimal a li dijî Îranê, baş hesab bike.