Trump budceya 2019an a Pentagonê îmze kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump qanûna derbarê budceya malî ya 2019an a Pantagonê ya bi qasî 716 milyar dolar, îmze kir.

Trump budceya 2019an a Pentagonê îmze kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump qanûna derbarê budceya malî ya 2019an a Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pantagon) a bi qasî 716 milyar dolar, îmze kir.

Serokê Amerîkayê Trump li baregeha eskerî ya Fort Drumê ya li Eyaleta New Yorkê beşdarî merasîmê bû û budceya 2019an a Pentagonê îmze kir.

Di axaftina xwe ya di merasîmê de Trump bal kişand ser wê yekê ku qanûna navborî ya ku hat îmzekirin, di nava 20 salan de qanûna herî zû di kongreyê de derbasbûye û kêfxweşiya xwe ji vê anî ziman.

Trump anî ziman ku mebesta hêzdarkirina artêşa Amerîkayê ji berê zêdetir, ev gav avêtine û destnîşan kir ku qebareya artêşa Amerîkan her diçe mezintir dibe.

Trump tekezî li wê yekê kir ku bi budceya nû re dê çekên gelek qadan bên nûjenkirin û got, "Em bi vê budceyê ji bo çekên xwe yên nukleerê jî veberhênaneke berbiçav dikin."

Serokê Amerîkayê îfade kir ku dê bi vê budceyê hebûna eskerên Amerîkan bê zêdekirin. Herwiha bal kişand ser rikaberiya eskerî ya di qada fezayê de û îdia kir ku dê Amerîka di demeke kurt de rikaberên xwe yên weke Çîn û Rûsyayê derbas bike.

Piştî axaftina xwe Trump bi îmzekirina deqê reşnûska qanûnê budceya ku maweyeke li nava raya giştî ya Amerîkayê tê axaftin kire qanûn.

- Di teslîmata F-35an ji bo Tirkiyeyê de sînordarkirin

Ji aliyekî din ve deqa budceyê ya ku bû qanûn daxwaz dike ku herî dereng di nava 90 rojî de Pentagon derbarê têkiliyên Tirk-Amerîkan de raporekê amade bike.

Di qanûnê de tê xwestin ku heta ew rapora navborî pêşkêşî kongreyê bibe, teslîmata balafirên cengê yên F-35 bo Tirkiyeyê bi awayekî demkî bê rawestandin.

- Mattis li dijî disekine

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Jim Mattis di nameya xwe de ya ku 7ê temmûzê ji Kongereyê re şandibû li dijî hewlên rawestandina firoştina balafirên cengê yên F-35 bo Tirkiyeyê derketibû û hişyarî dabû ku dê ew di pêvajoya tedarikê de bibe sedema nexweşiyê û dibe ku buhayên firokeyan zêde bike.

Senatoya Amerîkayê di hefteyên borî de reşnûska qanûnê ya derbarê budceya malî ya 2019an a Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pantagon) a bi qasî 716 milyar dolar, pesend kiribû.

Reşnûska navborî li Meclisa Nûneran bi 359 dengî li hember 54an qebûl bûbû.

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE