Trump: Çînê vîrus bi zanatî dernexist

Trumpê berê digot ku Kovîd-19 ji laboratuvereke li Wuhanê derketiye vê carê wiha got: "Vîrus li Wuhanê derkete holê lêbelê dibe ku ji laboratuvarê derneketibe. Dibe destûr nedana ku vîrus li dinyayê belav bibe."

Trump: Çînê vîrus bi zanatî dernexist

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li Ofêsa Glover hevpeyvîn da New York Postê û polîtîkayên Amerîkayê yên ji bo Kovîd-19ê nirxand.

Trump ji ber li dinyayê belavbûna vîrusê Çîn berpirsyar girt û got: "Em ji raporên îstixbaratê fehm dikin ku li ÇÎnê tiştên nebaş bûn. Çînê vîrus bi zanatî dernexist holê lêbelê vîrus bi awayekî derket holê."

"Ez naxwazim der barê şer da biaxivim"

Trumpê berê digot ku Kovîd-19 ji laboratuvereke li Wuhanê derketiye vê carê wiha got: "Vîrus li Wuhanê derkete holê lêbelê dibe ku ji laboratuvarê derneketibe. Dibe destûr nedana ku vîrus li dinyayê belav bibe."

Ji Trump pirsîn ku gelo rageşiya di navbera Amerîka û Çînê da vegere midaxeleya eskerî an na, li ser vê Trump wiha bersiv da: "Ez naxwazim der barê şer da biaxivim. Ev tiştekê baş nîne. Hûn jî dizanin ku me ji vir çend meh berê bi Çînê ra peymana bazirganiyê kir. Di pêvajoya peymanê da li ser têkiliyên herdu welatan fikrên baş hebûn. Paşê vîrus derket holê."

"Ketina Rojhilata Navîn biryara herî nerind a Amerîkayê bû"

Trump îdia kir ku heke wekî serok nehata hilbijartin welatê wan nika bi Koreya Bakur ra şer dikir û biryara şerê Iraqê ya George Bushê Serokê Amerîkayê yê berê rexne kir.

Trump bi bîr xist ku li Iraq, Efxanistan û Sûriyeyê hebûna Amerîkayê kêm kirin û wiha axivî: "Ketina Rojhilata Navîn dibe ku di dîroka Amerîkayê da biryara herî nerind be. Ji herdu aliyan jî bi milyonan kes mirin. Me jî 8 trilyon dolar xerc kir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE