Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dê beşdarî merasima sondxwarinê ya Joe Bîdenê ku ji bo Serokatiya Amerîkayê hat hilbijartin nebe.
Trump ji ser hesabê xwe yê Twîtterê ya fermî peyam weşand û pirsên der barê ka dê beşdarî merasima ku dê Bîden sond bixwe û dest bi peywirê bike bibe yan na bersivand.
Trump di parvekirina xwe da got ku "Ji bo kesên meraq dikin, ez ê beşdarî merasima di 20 rêbendanê da nebim."
Li Amerîkayê Demokrat Joe Bîden hilbijartinên serokatiyê yên binîqaş ên ku di 3yê sermawezê da hatibûn kirin qezenc kiribû. Li gor qanûnên li welêt Bîden dê bi merasima ku di 20ê rêbendanê da li paytext Washîngtonê bê lidarxistin dest bi peywira xwe bike.AA