Trump: "Demokrat dixwazin Senato û Qesra Spî ji me bidizin"

Trump li Daltona bajarê eyaleta Georgiayê bo alîgirên xwe mitîng li dar xist.

Trump: "Demokrat dixwazin Senato û Qesra Spî ji me bidizin"

 Serokê Amerîkayê Donald Trump îdiayên xwe yên ku Demokratan di hilbijartinê da neheqî kirine dubare kir û got: "Demokrat dixwazin Senatoyê û Qesra Spî ji me bidizin. Em destûrê nadin vê yekê, heta dawiyê em ê têbikoşin."

Trump li Daltona bajarê eyaleta Georgiayê bo alîgirên xwe mitîng li dar xist.

Di axaftina xwe da Trump bal kişand ser hilbijartina Serokatiyê û got ku li eyaleta Georgiayê yên bi rastî bi ser ketin ew bûn û wiha domand: "Îhtimal tuneye ku em li Georgiayê têk biçin. Ev hilbijartineke bi dek û dolab e."

Trump ji bo hilbijartina tura duyemîn a li Georgiayê got ku wê Komarparêz wê serdestiya xwe biparêzin û wiha domand: "Demokrat hewl didin ku Senatoyê û Qesra Spî ji me bidizin. Em destûrê nadin vê em ê heta dawiyê têbikoşin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE