Trump: Demokrat hewil didin ku avantaja me ya dengan ji holê rakin

Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku Demokrat hewil didin, Pennsylvania di serî da avantaja dengan a ku wî li eyaletên krîtîk bi dest xistine, ji holê rakin.

Trump: Demokrat hewil didin ku avantaja me ya dengan ji holê rakin

 Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Demokrat hewil didin, Pennsylvania di serî da avantaja dengan a ku wî li eyaletên krîtîk bi dest xistine, ji holê rakin.

Trump, hilbijartinên serokatiyê yên 59emîn ku duh li Amerîkayê bi rê va çûn, lê encamên wê hê teqez nebûne, ji ser hesabê xwe yê Twitterê nirxandin.

Trump îdia kir ku li eyaletên herî krîtîk Pennsylvania, Wisconsin û Michiganê dengên ku ji bo Biden hatine dayîn derdikevin holê û wiha got, "Ev yek ji bo welatê me zehf xirab e."

Trump wiha destnîşan kir, "Ew (Demokrat) hewil didin ku li Pennsylvaniayê avantaja me ya 500 hezar dengî ji holê rakin. Dixwazin li Michigan û eyaletên din jî vê yekê bikin."

Trump bertek nîşanî wê yekê da ku li Pennsylvaniayê dengên ku bi posteyê hatine şandin hê jî nehatine cudakirin û wiha got, "Em li Pennsylvaniayê serkeftineke mezin qezenc dikin. Lêbelê Sekreterê Eyaleta Pennsylvaniayê bîstek berê ragihand ku bi milyonan dengên necudakirî hene."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE