Trump: "Demokrat hewl didin ku hilbijartinê ji me bidizin"

Trump di parvekirina xwe da wiha got, "Avantajeke me ya mezin heye, lê ew (Demokrat) hewl didin ku hilbijartinê ji me bidizin. Em ê destûrê nedin vê. Piştî ku sandoq hatin girtin, divê deng neyên dayîn."

Trump: "Demokrat hewl didin ku hilbijartinê ji me bidizin"

 Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hilbijartinê wiha got, "Avantajeke me ya mezin heye, lê ew (Demokrat) hewl didin ku hilbijartinê ji me bidizin. Em ê destûrê nedin vê."

Li Amerîkayê di hilbijartina serokatiyê ya 59em da li gelek eyaletan encam hatin eşkerekirin. Serokê Amerîkayê û namzedê Komarparêz Trump li ser Twitterê daxuyanî da.

Trump di parvekirina xwe da wiha got, "Avantajeke me ya mezin heye, lê ew (Demokrat) hewl didin ku hilbijartinê ji me bidizin. Em ê destûrê nedin vê. Piştî ku sandoq hatin girtin, divê deng neyên dayîn."

Trump di parvekirina xwe da jî got ku ew ê di saetên pêş da daxuyaniyê bide.

Dema ku namzedê serokatiyê yê Demokrat Joe Biden daxuyanî dida, Trump wê demê li ser Twitterê daxuyanî da.

Twitterê etîketa hişyariyê da parvekirina Trump

Ji aliyê din va Twitterê bi etîketa "Di vê Tweetê da naveroka ku hat parvekirin qismekî wê an jî bi temamî bi nîqaş e û dibe ku seba hilbijartinekê an jî seba pêvajoyeke civakî teşwîqek be" va hişyarî da.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE