Trump: "Demokrat pir sextekar in"

Serokê Amerikayê Donald Trump got: "Mirov peyama ku Bernîe dide hez dikin, ji ber vê ew qezenc dike. Lê yên peyama wî hez nakin jî hene."

Trump: "Demokrat pir sextekar in"

Serokê Amerikayê Donald Trump der barê pêşhilbijartinên li eyaleta New Hampshireyê yên di navbera namzedên Partiya Demokrat da çêbûn û Bernîe Sanders qezenc kir da wiha got: "Mirov peyama ku Bernîe dide hez dikin, ji ber vê ew qezenc dike. Lê yên peyama wî hez nakin jî hene."

Trump beriya hevdîtina bi Serokê Dewleta Ekvadorê Lenîn Moreno ra daxuyanî da rojnamevanan.

Ji bo Ekvadorê Trump got ew li dinyayê di nav wan welatên herî xweş da yek e û têkiliya herdu welatan gelek baş e.

Trump wiha got: "Em li ser peymanên bazirganiyê dixebitin û em peymanên pir girîng muzakere dikin."

- "Demokrat pir sextekar in"

Trump li ser pirseke der barê pêşhilbijartinên li eyaleta New Hampshireyê yên di navbera namzedên Partiya Demokrat da çêbûn û Bernîe Sanders qezenc kir da wiha got: "Mirov peyama ku Bernîe dide hez dikin, ji ber vê ew qezenc dike. Lê yên peyama wî hez nakin jî hene."

Li ser pirsa rojnamevanekî ya "Te ji pêvajoya ezîlkirinê çi fêm kir?" Trump wiha got: "Ji vê pêvajoyê ez hîn bûm ku Demokrat pir sextekar in. Ew mirovên pir xirab in. Divê qet mijara ezîlkirinê venekirana."

Piştî daxuyaniyê Trump û Moreno dest bi civînê kirin.

Civîna wan ji çapemeniyê girtî çêbû.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2020, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE