Trump der barê biryara vekişîna ji Sûriyeyê da daxuyanî da

Di maqaleya New York Tîmesê da Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî John Bolton YPG/PKKya rêxistina terorê qest kiribû û gotibû Amerîka wê ji Sûriyeyê vekişe...

Trump der barê biryara vekişîna ji Sûriyeyê da daxuyanî da

Serokê Amerikayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî maqaleya ku di rojnameya The New York Timesê da hatiye weşandin û îdia dike plana vekişîna ji Sûriyeyê di nav xwe da nakokiyê dihebîne daxuyanî da.

Trump wiha got: "New York Timesa ku ne serkeftî ye der barê niyetên min ên ji bo Sûriyeyê da bi zanetî maqaleyek nivîsand. Pêvajoya vekişînê ji dema ku min eşkere kir cudatir nîne. Emê li hember DEAŞê şer bikin, lê di heman demê da emê bi baldarî, çi hewce dike emê bikin."

Di maqaleya New York Tîmesê da Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî John Bolton YPG/PKKya rêxistina terorê qest kiribû û gotibû Amerîka wê ji Sûriyeyê vekişe, lê divê Tirkiye ewlehiya "şervanên Kurd" garantî bike û DEAŞê têk bibe, bi van şertan vekişîn wê mehan an jî salan bikşîne.

Ji bilî vê di maqaleyê da hatibû gotin biryara vekişîna ji Sûriyeyê di navbera Trump û rêvebirên wî da bûye sedema nîqaşê û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) jî ji vê biryarê pir aciz e.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE