Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku der heqê siheta lîderê Koreya Bakur Kîm Jong da fikreke wî heye lê naxwaze vê demê eşkere bike.
Trump di civîna çapemeniyê ya li Qesra Spî da ji bo îdiayên der barê rewşa siheta Kîm ê lîderê Koreya Bakur da got: "Di vê mijarê da fikreke min heye lê ez niha ji we ra nabêjim. Ez hêvî dikim ku ew baş be. Kîm roja şemiyê tu xeberdan nekir xuya ye ku nikaribû bike. Em ê di demeke nêz da ji Kîm xeberekê hildin."
Di axaftina xwe da Trump destnîşan kir ku nava wî û Kîm xweş e û wiha pê da çû: "Heke ez Serokê Amerîkayê nebûma niha me bi Koreya Bakur ra şer dikir."
Gotegotên der barê Kîm da
Di hefteyên dawîn da ji bo Kîm ê lîderê Koreya Bakur tê gotin ku siheta wî xirabe û yan jî miriye.
Dihat îdikirin ku komeke doxtorên ji Çînê der heqê rewşa Kîm da bi armanca pêşniyazan çûne Koreya Bakur û di hin nûçeyan da jî hat gotin ku Kîm di 12ê Nîsanê da ji ber kardiyovaskulanê hatiye emeliyatkirin û niha bi ser xwe da tê.
Têlevizyona Peykî ya Hong Kongê jî ragihandibû ku Kîm miriye lê tu rayedarekî ev îdia piştrast nekir.
Kîm merasima ji bo dayikbûna kalê wî Kim Il-sung a di 15ê Nîsanê da jî tev beşdarî gelek merasimên girîng nebû û ji ber vê jî der heqê siheta wî da gotegot zêde bûn.AA